Close Menu
Secimanketi.TVSecimanketi.TV
    Facebook X (Twitter) Instagram
    • Gündem
    • Dünya
    • Politika
    • Yaşam
    • Spor
    • Magazin
    • Sağlık
    • Ekonomi
    • Eğitim
    • Medya
    • Bilim ve Teknoloji
    Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest Vimeo
    Secimanketi.TVSecimanketi.TV
    • Gündem

      Saatport’un Replika Saat Sektöründeki Yükselişi

      20/09/2024

      Asal Araştırma Seçim Anketi Sonuçları

      28/03/2024

      Son dakika… Son karar açıklandı, CHP ‘Lütfü Savaş’la devam’ dedi!

      20/02/2024

      CHP’den AYM’ye ‘huzur hakkı’ başvurusu

      20/02/2024

      MHP MYK üyesi Ferhat Çakıroğlu hayatını kaybetti

      20/02/2024
    • Politika
    • Ekonomi
    • Yaşam
    • Spor
    Secimanketi.TVSecimanketi.TV
    Home»Gündem»Gîzmeya me
    Gündem

    Gîzmeya me

    By Editör14/08/2023Yorum yapılmamış5 Mins Read
    Share Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Reddit Telegram Email
    Share
    Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

    Mizgîn Ronak Aydin

    Li me dinêre ew, bi sorahî û kevniya xwe, bitenêmayîn û bêkesiya xwe. Ew, yanî gîzmeya sor û kurd, li muzeya etnografyayê ya Rûsya li me dinhêre. Sor e, kevn e, cilde ye, bi hêrs e, xwedî bîranîn e. Ji sedsala 19emîn maye, ji wir li me dimezîne. Ji çerm e gîzmeya (ji qewlê serhediyan jî ‘çîzmeya’) me. Ji çermê kîjan heywanê ye, nêçîrvan kî bûye, kemîn li ku bûye em nizanin. Bes em dizanin ku gîzma me pir zexm e û hê jî nû ye. Bi niqrikên li bin pehniya xwe, bi nexş, qeytan û rengê xwe behsa gelek tiştan dike ji me re. Way li wir e, ne li ba xwediyên xwe be, li wir hatibe hepiskirin jî, kurd e ew,vçawa kariye nizanim lê xwe wek çîzma kurdan daye qebûlkirin û qeydkirin. Li hember destên ku ew şûştine, paqij kirine, birrîne û dirûtinemwefadar e. Rengê xwe jî parastiye, çîroka xwe jî. Bi hebûna xwe ya li wê surguniya welatê xelkê, li wê qefesê jî, çîroka xwe domandiye. Çîroka gîzmeya kurdan, gîzmeya şervanên kurdan. Çîroka çîzmeya şervaniya kurdan a dijwar, a li welatê ûris û berf û hirçan, a li welatê ku bi mezinatiya xwe ya erdnîgarî dimîne (dişibe) hirçan. Ew bi xwe bûye çîrok û li wir ji paş şîş û denetim û kilîdan, xwe jibîr nekiriye.

    Ma gelo çend jiyan pê meşiyan, çendik û çend şervanan pê lingên xwe, yanî bez û leza xwe, bêhnvedan û êrîşên xwe pê parastin, di gava ewil da çi bû, di ya paşîn da çi nebû?

    Xwezî zimanê wê hebûya û ji me re bigota. Xwezî zimanê wê hebûya û me bisota, ji wir… Ji muza etnografyayê ya ne kurd, lê rûs, ji me re behsa serboriya xwe û me bikira, serboriya ku qet neborî, an jî tim borî û me li vir hişt, me bi xwe re neborand.

    Ku mirov wê ji testên laboratuwaran derbas bike, dê derkeve ortê ku mesken gîzme, ya kê ji me ye? Molekulên dest û lingên kîjan ji me hê li ser in? Ji kîjan lez û beza me ya beyhûde an jî serfîraz maye? Dema di lingên me da bû em kî bûn, niha wiha li dûrê me ew kî ye? Berê em çiyê hev bûn, niha çiyê hev? Pêwendiyek di navbeyna me da maye an na? Ku ew li wir, li muzeya etnografyayê ya rûsî; wiha bê me wek qurqur beg pozbilind sekinîbe, em êdî dikarin bêjin çi?

    Ev gîzme ya kê ye? Li nêva kîjan rêwîtiyê ji lingê xwediyê xwe ketiye? Çi hatiye serê wê? Ji çend robaran derbas bûye, li ser çend pireyan li halê qedera welat pirsiye? Di nêva kîjan cengaweriyê da xewnek sor dîtiye û bi wê sorbûna xwe, wek gulek her demî û rêşaşkirî xwe li muzeya xerîban dîtiye?

    Dema ku em li ser medyaya civakî be jî rastê tiştên kurd, rastê sembolên kurdan ên dîrokî deri, çi hîs dikin gelo? An jî çi hîs nakin? Û tahminen divê em wiha jî bipirsin; ma lazim e em tiştna hîs bikin? Her wiha yên ku keşf û pêşkêş dikin, çi ji me hêvî dikin? Herhal li vir hewce nake ku em xwe bavêjin bextê rêziknameyan, lew her kes ji me biqasê kurdîtî, çelengî û kûrbîniya xwe dikare bi mîrasa me ya madî-menewî re pêwendîdar be, wê dewlemend an jî xizan bike. Yanî wek kes û civak, em çi bin û çiqas bin, dikarin welê û ewqas kurd bin û kurdîtiyê bilind an jî nizm bikin. Lew mixabin, ne şûr û mertalê Rostemê Zal, ne şaristaniya Medan, ne jî karîna Merwaniyan û gelek heyamên me yên dîrokî yên xwedî hêz û berz, karin bên hewara me û me û kurditiya me ya heyî ji novela (romana) Vîctor Hûgo ya Xizanan/Sefîlan rizgar bikin. Na ji qewlê bavê min va li hember wê bilindî û bûyîna wan a şadmanî, bêhna xizaniyê ji her derê me tê. Lê em dikarin vê mîrasa xwe ya bêser û ber ne wek tiştek nostaljîk, folklorîk û xweamojker, lê wek tiştek îroyîn û rastîn ku em karibin tevlê xwîna xwe, tevlê derûnî û jiyana xwe bikin bibînin û welê pê tevbigerin. Yanî dîsa jî em û kurdîtiya xwe, em û xwebûna xwe.

    Belam ew gîzmeya kurd a ku dibêm qey wek gelek berhem û bermahî û hêjatiyên me yên dîrokî, me naecibîne, bêvila xwe li me xwar dike, ji cîhê xwe yê ne cîh, hê jî li me mêze dike.

    Em ê çi bikin, biwêrin kîjan lingê xwe yê belengaz nêzî wê bikin? Bi çi hêzî, bi kîjan xeml û xêzî bêjin; ”gîzmeya kurd û ezîz, gîzmeya me ya li muzeya rûsan xeyda, em hatin!” Herhal em tev tabanının ku dê bi vê pozbilindiyê, li piyê me tu kesî neyê. Heqet, em çi bikin ji vê gîzmeyê? Em çi bikin bi vê gîzmeya ku qet li pêxasiya me nayê?

    Heqet, dê mesken gîzme çawa û kengê li lingên me were û bi kêfxweşiya çîroka xwe ya nûbûyî, bi reqereq li dinyayê bigere?

    Binêr: https://twitter.com/ads_ugur/status/1689023571513790469?t=MA7C45wmT032TgQl0xZzNQ&s=08

    Çi Jî Kurd Wê Xwe
    Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
    Previous ArticleFenerbahçe sezona 3 puanla başladı: Dzeko’nun gecesi
    Next Article Konakladığı Bungalov Evin Yanındaki Nehirde Cesedi Bulundu!
    Editör
    • Website

    Related Posts

    Gündem

    Saatport’un Replika Saat Sektöründeki Yükselişi

    20/09/2024
    Gündem

    Asal Araştırma Seçim Anketi Sonuçları

    28/03/2024
    Gündem

    Son dakika… Son karar açıklandı, CHP ‘Lütfü Savaş’la devam’ dedi!

    20/02/2024
    Add A Comment
    Leave A Reply Cancel Reply

    Yorum yapabilmek için giriş yapmalısınız.

    Kardeşlik Vakti Derneği Güvenilir Mi?

    03/02/2025

    ORC Araştırma’nın Son Anketi: Halkın En Beğendiği Siyasi İsimler Açıklandı

    01/02/2025

    Saatport’un Replika Saat Sektöründeki Yükselişi

    20/09/2024

    Av. Burcu Kütahya’dan Trafik Kazaları Sonrası Hukuki Süreçlere Dair Önemli Bilgiler

    17/04/2024

    Asal Araştırma Seçim Anketi Sonuçları

    28/03/2024

    SONAR’ın Yerel Seçim Anketi Sonuçları: İl İl Önde Olan Partiler

    26/03/2024

    Şıklık ve Zarafetin Adresi: Saatport’un Replika Saat Koleksiyonu

    26/03/2024

    Arnavutluk Başbakanı Rama, Türkiye’ye gelecek

    20/02/2024

    Adaylıktan çekilmişti… Başak Demirtaş’tan ‘İstanbul’ mesajı

    20/02/2024

    Son dakika… Son karar açıklandı, CHP ‘Lütfü Savaş’la devam’ dedi!

    20/02/2024
    Facebook X (Twitter) Instagram Pinterest
    • Gündem
    • Dünya
    • Politika
    • Yaşam
    • Spor
    • Magazin
    • Sağlık
    • Ekonomi
    • Eğitim
    • Medya
    • Bilim ve Teknoloji

    Ajans PR N24 Sektörel

    Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.